WSJ: Karmendên Balafirgeha Beyrûtê ji ber zêrên Hizbullahê ji kar hatin avêtin

WSJ: Karmendên Balafirgeha Beyrûtê ji ber zêrên Hizbullahê ji kar hatin avêtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Refîq Herîrî ya li Beyrûta paytexta Lubnanê, 22 kîlo gram zêrê Hizbulahê hatiye desteserkirin, dema ku hewil dihat dayîn ku bi qaçaxî ji bo derveyî Lubnanê bê şandin.

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî eşkere kir, ji ber bûyerê çend karmendên balafirgehê ji kar hatin avêtin.

WSJê daye zanîn ku  ewlehiya balafirgehê niha li hember karmendên Hizbullahê yên ku bi salan e li balafirgehê bi neqanûnî ji bo hizba xwe dixebitin û xwe dispêrin teknolojiya îstîxbarata hişê çêkirî, pir hişyar e.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.