Araqçî: Em hêvî dikin hevdîtinên îro yên bi Amerîka re...

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî îro 11ê Gulanê da xuyakirin, ew hêvî dikin gera çaremîn a danûstandinên nukleerî yên bi Amerîkayê re bigihîje, qonaxeke diyarker.
Ajansa France Pressê (AFP) ragihand, Abbas Araqçî beriya ku berê xwe bide Mesqetê ku danûstandin lê birêve diçin, got: “Vê sibehê li Tehranê me zêdetir gotûbêj û şêwirîn kirin. Em hêvîdar in ku di vê gera danûstandinan de em bigihîjin xaleke diyarker.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand, Wezîrê Derve yê Îranê îro Yekşemê ji bo beşdarbûna di danûstandinan de berê xwe da Mesqetê.
Beqayî da zanîn, danûstandin dê nîvro li gorî dema Umanê dest pê bikin û got: “Tîmeke teknîkî li Mesqetê ye ji bo pêşkêşkirina şêwirmendiya pêwîst.”
Hêjayî gotinê ye, ev gera danûstandinan, bi navbeynkariya Umanê, piştî sê gerên berê yên danûstandinên neyekser pêk tê. Gera yekem di 12ê Nîsanê de li Mesqetê, ya duyem di 19ê Nîsanê de li Romayê û ya sêyem jî di 26ê Nîsanê de dîsa li Mesqetê birêve çûbûn.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî û Nûnerê Taybet ê Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff serkêşiya hevdîtinan dikin. Bedir Buseîdî, Wezîrê Derve yê Umanê jî wek navbeynkar pêvajoyê birêve dibe.
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.




