Macron: Agirbesta 30 rojî duşemê dest pê dike

Macron: Agirbesta 30 rojî duşemê dest pê dike

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî serdana xwe ya Ukraynayê ragihand ku li Kîevê agirbesteke bê şert û merc a 30 rojî roja duşemê dest pê dike.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk doh ji bo hevdîtina Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskyy çûn paytexta Ukrayna Kîevê.

Zelensky, Emmanuel Macron, Friedrich Merz, Keir Starmer û Donald Tusk bi rêya înternetê bi serok û serkirdeyên 20 welatên din ên di nava “Hevpeymaniya Bi Hev Re” konferansek li dar xistin.

Serkirdeyên Ukrayna, Brîtanya, Fransa, Polonya û Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku divê Rûsya agirbesteke bê şert û merc a 30 rojî bi Ukraynayê re qebûl bike, eger na dê cezayeke mezin li ser wê bê sepandin.

Berdevkê Kremlînê jî di bersiva wê daxuyaniyê de da zanîn ku berî agirbestê divê welatên Rojavayî şandina çekan a Ukraynayê rawestînin.

Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê Xê li ser civînê û biryara ku hatiye standin got: “Li Kîevê û li kêleka Serok Trump, me pêşniyareke zelal kir: agirbesteke bê şert û merc a 30 rojî ku roja duşemê dest pê dike. Serok Zelensky bêyî ku ti mercan deyne qebûl kir. Em niha li benda bersiveke wekî wê zelal a ji Rûsyayê ne. Dema ku çek diaxivin, dan û standin nikarin werin kirin. Di heman dema ku sivîl tên bombebarankirin de diyalog nabe. Pêwîst e niha agirbest hebe ku axaftin dest pê bikin. Ji bo aştiyê.”

Macron herwiha li ser hesabê xwe yê Xê vîdeoyeke ku bi Zelensky re girtiye belav kir û got: "Hevalê min, pişta xwe bi me qewîn bike."

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.