Hakan Fîdan: Em difikirin ku hindik maye dawî li PKK/YPGê were

Hakan Fîdan: Em difikirin ku hindik maye dawî li PKK/YPGê were

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî li Enqereyê civîyan.

Piştî hevdîtinê di civîna hevpar a rojnamevanî de Hakan Fîdan bal kişand ser rewşa nû ya Sûriyê û got ku ew ligel hempîşeyê xwe hevnêrîn bûne ku piştevaniya rêveberiya demkî ya Sûriyê bikin.

Fîdan li ser mijara PKK û YPGê li Sûriyê jî destnîşan kir, “Têkoşîna me bi PKKê re dewam dike. Hindik maye împeretoriya ku li ser birayên me yên Kurd bi leyîstina hestên wan û tundiyê pêk anîne bidawî were.. Li Sûriyê şert û merc guherîn, êdî em difikirin ku pir hindik maye hebûna PKK/YPGê li Sûriyê bidawê bibe.”

Wezîrê Urdinî jî diyar kir ku ew piştevaniya Kurdên Sûriyê dikin ku li ser axa xwe bi awayekî wekhevî bijîn û da zanîn, ew dê nêzîkatiya xwe ya dilsozî bo gelê Sûriyê bidomînin.

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.