Îranê kuştina zanyarekî xwe yê din ê nukleerî ragihand

Îranê kuştina zanyarekî xwe yê din ê nukleerî ragihand

PeyamaKurd- Zanîngeha Zanist û Pîşesaziyê ya Îranê eşkere kir ku zanayarê nukleerê Silêman Silêmanî jî di encama êrîşa Îsraîlê de hatiye kuştin ku beriya niha jî kuştina 11 zanyarên xwe ragihandibû.

Zanîngeha Zanist û Pîşesaziyê ya Îranê derbarê kuştina zanayarê nukleerê Silêman Silêmanî de daxuyaniyek belav kir û eşkere kir, yek ji mamosteyên zanîngehê yê bi navê Silêman Silêmanî di encama êrîşên Îsraîlê de hatiye kuştin.

Li gorî medya Îranê heta niha 12 zanayên nukleerê yên Îranê di encama êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin û êrîşên Îsraîlê 13ê Hezîranê dest pê kiribûn û 24ê Hezîranê jî bi agirbestê êrîşên herdu aliyan rawestiyabûn.

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.