Pûtîn: Rûsya amade ye ji bo danûstandinên Ukraynayê li Stenbolê bicive

Pûtîn: Rûsya amade ye ji bo danûstandinên Ukraynayê li Stenbolê bicive

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn diyar kir ku Rûsya amade ye ji bo tûra sêyemîn a danûstandinên aştiyê bi Ûkraynayê re li Stenbolê bicive.

Pûtîn ev daxuyanî piştî danûstandinên li ser dîlgirtiyan û lihevhatinên mirovî yên di navbera her du welatan de da ku Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov diyar kiribû, dîroka civîna sêyemîn a danûstandinan dê piştî bidawîbûna pêvajoyên danûstandinên girtiyan ên lihevkirî were diyarkirin.

Hêjayî gotinê ye, di danûstandinên berê de ku mazûvaniya wan Tirkiyeyê kiribû, di navbera her du aliyan de gavên girîng hatibûn avêtin û bi taybetî di mijara pevguhertiina dîlan de encamên berçav hatibûn bidestxistin.

Daxuyaniya dawî ya Pûtîn, ji bo berdewamiya rola navbeynkariyê ya Tirkiyeyê û berdewamkirina hewldanên çareseriya dîplomatîk, wekî gaveke girîng tê nirxandin.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.