Rejîma Îranê ji ber şerê xwe yê li gel Îsraîlê, 734 kes binçav kirin: Ji wan 185 Kurd in

Rejîma Îranê ji ber şerê xwe yê li gel Îsraîlê, 734 kes binçav kirin: Ji wan 185 Kurd in

PeyamaKurd – Di 13 rojên dawî de, çekdarên rejîma Îranê 734 hevwelatî kes binçav kirin ku ji wan 185 Kurd in.

Li gorî raporeke Saziya Mafê Mirov a Hengawê, di çarçoveya şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, di 13 rojên dawî de herî kêm 734 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên çekdarên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin. Ji van, 185 welatiyên Kurd in, bi taybetî jî Kirmaşan û Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê, rastî îşkenceyên giran hatine.

Hengawê ragihand ku zêdeti Kurdan li Kirmaşanê (126 kes, di nav de 6 jin) û li Ûrmiyeyê jî (59 kes, di nav  wan de 18 keçên bin 18 saliyê) re hene.

Hengawê bi bîr xist ku di domana şerê xwe yê li gel Îsraîlê, rejîmê bi hinceta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" 3 girtiyên Kurd, Îdrîs Alî û Azad Şucaî yên ji Serdeştê, û Resûl Ehmed Resûl yê ji bajarê Silêmaniyê Herêma Kurdistanê, bi awayekî nepenî li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê bi dar ve kirine. Her weha hişyarî jî da, canê girtiyê Kurd, Ehmedriza Celalî  hevwelatiyê Îran û Swêdê jî jî di xetereya bidarvekirinê de ye.

 

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.