Li dibistanê trafo teqiya û 29 xwendevan can dan

Li dibistanê trafo teqiya û 29 xwendevan can dan

PeyamaKurd – Li Komara Orta Afrîkayê li payîtexta wê li Banguiyê di lîse ya binavê Barthelemy Boganda de trafoya elektrîkê teqiya. Di îzdîhamê de 29 xwendevan jiyana xwe ji dest dan û 260 kes birîndar bûn. Piştî bûyer qewimî ji bo 3 rojan şîna netewî hat ragihandin.

Li gor çapemeniya welat; di teqîna trafoyê de di nav xwendevanan de panik çêbû. Di dema bûyerê de xwendevanên xwe ji bo ezmûna zankoyê amade dikirin li dora 5.300 kesî bûn û hemî li dibistanê bûn.

Birîndaran birin nexweşxanên der û dora bajêr û li ser bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin bê îhmala kesî heye an tine. Li ser sedema teqînê lêkolîn dewam dikin.

Serokkomar Aerokkomar Faustin Archange Touadera li ser bûyerê ji bo 3 rojan şînê ragihand, radyoya dewletê got ku wê ala komarê daxin nîvî û ji bo xwendevanên jiyana xwe ji dest dane wê bernama merasima bîranînê bikin.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.