Ewr teqiya û baranê lehiyê rakir: 5 kes mirin

PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Himaçal Pradeşê di encama teqîna ewr de bi yek carê barana gur bariya û lehî rabû. Di encama rabûna lehiyê de 5 kes mirin û gelek kes wenda ne.
Hindustan Timesê ragihand ku rêvebirên eyaletê ragihandine ku li deverên Kullu û Kangrayê ewr teqiyaye û bûye sedema baran û rabûna lehiyê.
Rayedar ragihandine ku ji bo dîtina kesên wenda xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.




