Peyama Mesrûr Barzanî ya sala nû ya Hicrî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani di peyamekê de hêvî kir ku sala nû ya 1950an bibe sala aştî û aramiyê.
Serokwezîr Mesrûr Barzani îro (Pêncşem, 26ê Hezîrana 2025) bi weşandina peyamekê sersala 1447emîn a Hicrî li hemû misilmanan pîroz kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzani di axaftina xwe de got, "Ez bi boneya hatina Sersala Hicrî pîrozbahiyê li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim."
"Em ji Xwedayê Teala û Rehman hêvî dikin ku sala nû ya hîcrî bibe sala aştî û aramiyê û şer, wêranî, neheqî û zilm bi dawî bibin."
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




