Ji bo zebeşê ji avê derxe ket ava bendavê û tê de fetisî

Ji bo zebeşê ji avê derxe ket ava bendavê û tê de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Erxeniyê li Bendava Kral Kızıyê kesê bi navê Doğan Varol (24) zebeşê xistibû nava avê da bicemide. Lê wexta xwest zebeşê ji avê derxe, ket avê û di avê de wenda bû.

Piştî Varol di avê de wenda bû xeberê dan AFAD, îtfaiye, tîmên lêgerînê û rizgarkirinê. Tîm bi 4 teknîsyenên rizgarkirinê, alavekî rizgarkirinê, 4 mirovên noqavê, alavekî noqavê û bi botekî lê geriyan.

Pişrî lêgerînê cesedê Doğan Varol dîtin û ji avê derxistin. Ji bo otopsiyê birin morgê. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.