Serok Barzanî hatina Meha Muherremê pîroz kir

Serok Barzanî hatina Meha Muherremê pîroz kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina meha Muherremê, ku serê sala koçî ya 1447an e, peyameke pîrozbayiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de, pîrozbahî li hemû misilmanên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê kir.

Serok Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Xwedayê mezin kir ku sala nû ya koçî ji bo hemû aliyan bibe sedema aramî, bextewerî û xweşiyê.

Her weha wî hêvî kir ku aşitî û aramî li ser herêmê û tevahiya mirovahiyê belav bibe.

Serok Barzanî peyama xwe weha bi dawî kir:

“Hûn her di xêr û xweşiyê de bimînin.”

Ev daxuyanî di 1ê Muheremê, 1447an de, ango di 26ê Hezîrana 2025an, de hate weşandin.

 

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.