Otomobîl li darê ket û 5 kes mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Edirne li navça Uzunköprüyê otomobîlekî ji bin kontrola ajotvan derket, li darê xist û di encamê de 5 kesên di otomobîlê de mirin ku 2 ji wan zarokin. Dermankirina ajotvanê otomobîlê li nexweşxanê dewam dike.
Dema kesên şahidên qezayê agahiyê dan tîmên pêwendîdar û tîmên tenduristiyê bûyera qezayê kontrol kirin, dîtin ku Arif Ö, Kübra Ö. û Yasemin Ç. jiyana xwe dane. Ajotvan Muhammet Ç, Muhammed Özcan Ç. (1) û Yaren Naz Ç. (10) bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Uzunköprüyê.
Li nexweşxanê birîndar Muhammed Özcan Ç. û Yaren Naz Ç. jî can dan. Tenê dermankirina ajotvan dewam dike.
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.




