Zamir: “Li Îranê komandoyên Îsraîlê operasyonên bi dizî dimeşînin”

PeyamaKurd – Serokerkanê Îsraîlê Eyal Zamir ragihand ku komandoyên Îsraîlê di nav Îranê de bi dizî operasyonan kirine û zerara sîstemîk dane bernama nuklerî ya Îranê. Zamir got ku di êrîşan de bi sedan fuze û rampayên fuzeyên Îranê îmha kirine.
Zamîr balê kişand ser mijareka dinê û got ku Îran xwe amade dike da êrîşekî berfireh bike û komandoyên Îsraîlê di nav Îranê de operasyonên bi dizî dikin.
Li gor malpera înternetê ya Walla; Zamîr li ser êrîşên ser Îranê raveyan kiriye û gotiye ku êrîşên Îsraîle gihane armanc û hedefên xwe.
Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.




