Îranê beşek ji qada xwe ya hewayî ji bo geştan vekir

PeyamaKurd – Îran, ku di dema şerê bi Îsraîlê re geştên asmanî rawestandibû, piştî agirbestê beşek ji qada hewayî ya welêt ji bo geştên neteweyî û navneteweyî vekir.
Piştî şerê 12 rojî ku bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê di 13ê Hezîranê de dest pê kir, bi êrîşên tolhildanê yên Îranê berdewam kir û bi ragihandina agirbestê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi dawî bû, Îranê hin ji qada xwe ya hewayî ya girtî ji bo firînan vekir.
Mecîd Îhvan, berdevkê Wezareta Rê û Bajarvaniyê di daxuyaniyek nivîskî de diyar kir ku herêmên rojhilat û başûrê rojhilatê welêt ji bo vegera geştan bo rewşa normal û bi erêkirina saziyên pêwendîdar ewlehiya firînê bi tevahî were misogerkirin, ji bo geştan gav bi gav vegerin rewşa normal û bi tevahî werin dabînkirin.
Îxwan diyar kir ku herêm ji bo geştên transîtê yên neteweyî û navneteweyî hatiye vekirin û got ku geştên hewayî li balafirgehên Bocnurd, Sebzvar, Meşhed, Bîrcend, Zabul, Zahidan, Seravan, Çabahar, Îranşehr, Gonabad, Ciroft, Cask û Serahs dest pê kirine.
Îxwanan destnîşan kir ku hemû balafirgehên li bakur, başûr û rojavayê welêt, tevî balafirgehên Îmam Xumeynî û Mehrabad ên Tehranê, heta agahdariyeke din ji bo geştan girtî ne.
Rêxistina Hewayî ya Sivîl a Îranê roja Çarşemê 25ê Hezîranê ragihand ku dema girtina qada hewayî ya Îranê heta roja Pêncşemê 26ê Hezîrana 2025an saet 14:00an dirêj dibe.
Rêxistinê ragihand ku piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê di 13ê Hezîranê de, geştên hewayî yên li hemû balafirgehan heta agahdariyeke din hatine rawestandin.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




