Fransa: Me 10 dronên ji Îranê hatibûn avêtin asteng kir

Fransa: Me 10 dronên ji Îranê hatibûn avêtin asteng kir

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu, li Meclîsa Neteweyî ya Fransayê eşkere kir ku artêşa Fransayê "ji 10an kêmtir dronên ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatibûn şandin, asteng kirin."

Bi vî awayî Fransayê ji bo piştevaniya Îsraîlê tevlîbûna xwe ya bersivdana êrîşên tolhildanê yên Îranê piştrast kir.

Di rûniştina Meclîsa Neteweyî ya ku rewşa Rojhilata Navîn hat gotûbêjkirin de, Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu got: "Ez dikarim piştrast bikim ku artêşa me bi pergalên moşekî yên erd-esman û balafirên me yên şer ên Rafale ve, di êrîşên Îranê yên li ser Îsraîlê de, ji 10an kêmtir dronên Îranî asteng kirin."

Lecornu diyar kir ku Îranê di êrîşên xwe de derdora 400 moşekên balîstîk û hezar dron avêtin.

Lecornu herwiha got: "Artêşên me beşdarî êrîşên li ser Îranê nebûn. Lê belê, me di çarçoveya xweparastina rewa de, baregehên xwe yên li herêmê parastin." Herwiha anî ziman ku rêya dronên ku ji Îranê hatibûn şandin, di ser baregehên Fransayê re derbas bû û ji ber vê yekê ew neçar man ku mudaxele bikin.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.