Di protestoyên li dijî şiddeta polîsan de 16 kes mirin

Di protestoyên li dijî şiddeta polîsan de 16 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Kenyayê ji bo şidfdeta polîsan raweste û rêvebiriyekî baştir were ser îdarê xwepêşandan hatin kirin. Li Kenyayê li ser şidetê û qanûna bacê ya ku niqaş li serê heye, bûn sedema zêdebûn û firehbûna protestoyan.

Di encama çalakiyan de jimara kesên hatin kuştin gihaye 16 kesan. Çalakî di salvegera çalakiyên sala borî de hatin kirin.

Wezîrê kar û barên navxwe yê Kenyayê Kipchumba Murkomen ragihand ku li 23 bajaran xwepêşandan hatine kirin û di gelek maxazayan de dizî hatiye kirin

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.