Trump û Netanyahu li ser Şerîa Rojava li ser avakirina 2 dewletan lihev kirin

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Trump û Netenyahu li ser çareseriya Şerîa Rojava bi şertê desthilata Îsraîlê ya sînordar li ser avakirina 2 dewletan li hev kirin. Li gor ragihandina çapemeniya Îsraîlê; di axaftina her dû lîderan de li ser dawîanîna şerê li Xezayê û firehkirina Peymanên Abraham axifîne.
Rojnama ku nêzê hukumeta Netenyahu ye ya bi navê Israel Hayom ragihand ku piştî êrîşên Îsraîlê û DYAyê yên ser Îranê ji bo bernama nuklerî, di rêya telefonê de Trump, wezîrê kar û barên derve Marco Rubio, serokwezîrê îsraîlê Benyamin Netenyahu û wezîrê karên stratejik Ron Dermer di navbera xwe de axaftinekî 4 qolî kirine.
Li gor çavkaniyekî ku haya wê ji naveroka axaftinê heye, gotiye di axaftinê de weha li hev kirine:
“Wê di nav 2 hefteyan de li Xezayê agirbesekî bibe, firehkirina Peymanên Abrahamê yên ku divê Îsraîl bi welatên herêmê re têkiliyên xwe normal bike, wê Erebistanê û Sûriyê jî bixin nav firehkirinê, li Şerîa Rojava wê di bin desthilata Îsraîlê de bi sînor 2 dewlet bên avakirin.”
Tekane şertê ji bo agirbesa li Xezayê ew e ku wê rêvebiriya wê bixin destê 4 dewletên Ereb ku Misir û Îmarat di nav wan de ne û wê lîderên Hamasê sirgûnê dewletên din bikin...
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




