Xamaneyî piştî agirbesta bi Îsraîlê re cara ewil daxuyanî da

PeyamaKurd – Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî piştî navbereke dirêj, yekem peyama xwe ya vîdyoyî weşand, ku piştî pevçûnên bi êrîşên Îsraîlê dest pê kirin û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî tê de cih girtin. Peyam ji aliyê televîzyona dewletê ve hate belavkirin.
Di peyama xwe de, ku sêyemîn weşana wî ji destpêka êrîşên Îsraîlê ye, Xameneyî îdia kir ku Komara Îslamî ya Îranê li dijî Îsraîlê serkeftinek mezin bi dest xistiye. Wî got, "Rejîma Siyonîst hema bêje hilweşiya û bi darbeyên Îranê hate têkbirin."
Xameneyî her weha destnîşan kir ku Amerîka ji bo rizgarkirina Îsraîlê rasterast ket nava şer, lê tiştek bi dest neanî. Wî îdia kir ku Amerîkayê êrîşî tesîsên nukleerî yên Îranê kiriye û ev yek dê li dadgehên navneteweyî were hesabkirin.
Rêberê Îranê bal kişand ser êrîşa li ser Baregeha El-Udeyd a Amerîkayê, ku wî ev weke "bûyereke mezin" bi nav kir, û got, "Komara Îslamî bi ser ket û derbeyeke giran li Amerîkayê da." Xameneyî hişyarî da ku Îran dê li hember her êrîşekê, bi hedefgirtina baregehên Amerîkî bersivê bide.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.





