Dijminahiya Îranê bi Kurda re dewam dike: 3 Kurdên siyasî îdam kir

Dijminahiya Îranê bi Kurda re dewam dike: 3 Kurdên siyasî îdam kir

PeyamaKurd – Hêzên Îranê li zîndana bajarê Urmiyê bi sedema casûsiya Îsraîlê kirine 3 Kurdên siyasî îdam kir. Kurdên ku Îranê wan îdam kiriye Îdrîs Alî (32) û Azad Şocaî ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Serdeşt in. Kurdê bi navê Resûl Ahmed Resûl jî ji Kurdê başûrê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ye.

Hengawê ragihand ku her 3 Kurdan li zîndana navendê ya bajarê Urmiyê di roja 25.06.2025 di wexta sibê de zû îdam kirine. Erka daraza Îranê û rêvebiriya îdarî îznê nedane malbatên her 3 Kurdan ku wan bibînin.

Ajansa dewleta Îranê ya bi navê Mizanê û yên weka wê îdaman piştrast kirine û ragihandine ku erka darazê li hemberê casûsên rejîma Siyonîst wekî perçeyekî ji tevgera Îranê îdaman dewam dike.

Di destê erka daraza Îranê de 3 babetên tewanan hene ku Kurd an Belûciyan bi wan tewanbar dikin: Kuştin, casûsiya bo Îsraîlê û maddeyên hişbir.

Ti sûcekî ji bo girtiyên siyasî nebînin jî yek ji van sûcan dixin aliyê girtiyan, biryara îdama wan didin û wan îdam dikin.

Her girtiyekî Kurd, daîma di bin talûka dewleta Îranê de ye û talûka îdama wan heye.

Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.