Çekdaran êrîşekî malekî kirin û 10 kesan kuştin

Çekdaran êrîşekî malekî kirin û 10 kesan kuştin

PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li eyaleta Guanajuatoyê li bajarokê Irapuato li taxa Barrio Nuevo kesên çekdar êrîşê malekî kirin û di encamê de 10 kes mirin û 12 kes birîndar bûn.

Di malê de partî didan (aheng) û piştî êrîşê kesên li malê ketin nav panîkê û reviyan. Di nav kuştiyan de zarok jî hene.

Serokê dewleta Meksîkayê Claudia Sheinbaum, di civîna li koşka serokkomariyê ya çapemeniya rojane de, êrîşê şermezar kir û got ku wê bûyer di wextekî kurt de bê rohnîkirin.

Ev nivîs 134 car hatiye xwendin.