Hincetnameya biryara doza Kobanê eşkere bû: Dibe ku Demirtaş bê berdan

Hincetnameya biryara doza Kobanê eşkere bû: Dibe ku Demirtaş bê berdan

PeyamaKurd– Piştî zêdeyî salekê, hincetnameya biryara Doza Kobanê ya ku tê de gelek siyasetmedar, bi taybetî jî Hevserokên Giştî yên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdag bi dehan salên girtîgehê hatibûn cezakirin, hate eşkere kirin.

Hincetnameya biryara dadgehê ya ku zêdeyî 32 hezar rûpelî ye, piştî demeke dirêj hate eşkerekirin. Di 16ê Gulana 2024an de biryara vê dozê hatibû dayîn û digel eşkerekirina sedema biryarê, tê çaverêkirin ku pêvajoya îstînafê dest pê bike.

Ev yek piştî guhertina dawî ya bicihanîna cezayan û agahiyên ku derbarê "pêvajoya çareseriyê" ya bi biryara fesihkirina PKKê re derkete holê ku dibe gelek siyasetmedarên bi hincetên cuda yên siyasî hatibûn girtin, hiştî demeke dirêj mayîna li girtîgehan werin berdan.

Parêzerên Doza Kobanê zêdeyî salekê ye li benda eşkerekirina hincetnameya biryarê bûn da ku serî li dadgehên bilind bidin û daxwaza betalkirina biryarê û berdana miwekîlên xwe bikin.

Ev nivîs 140 car hatiye xwendin.