Li Helepçeyê TNT bi masîgiran de teqiya: 3 kesan can da

PeyamaKurd – Li gundê Sazanê yê parêzgeha Helebçeyê, di dema masîgirtinê de teqîneke bi TNTê rû da.
Li gorî agahiyên ji polîsên Helebçeyê hatine wergirtin, teqîn, duh, roja Pêncşemê (26.06.2025) bû sedem ku 3 kes canê xwe ji dest bidin û 4 kesên din jî birîndar bibin.
Birîndar bi lezgînî bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê, her weha cendekê kesên canê xwe ji dest dane jî ji bo otopsiyê rakirine bijîşkiya edlî.
Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê lêkolîna li ser bûyerê didomînin.
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.




