Artêşa Îsraîlê li Sûriyê çend çalakiyên leşkerî pêk anî

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê derbasî gundewarên Quneyterayê bûn û çalakiyên leşkerî pêk anîn.
Li gorî çavkaniyên herêmê îro 26ê Hezîranê hêzeke Îsraîlê ku ji 2 otombîlên leşkerî, 5 otombîlên sivîl û tankerekê pêk dihat, ji Colanê derbasî gundê Hemîdiyê li bakurê Quneyterayê bû û berê xwe da navendeke pizşîkî ku ji beriya du rojan hatibû valakirin.
Herwiha hêzeke Îsraîlê li derdora bajarokê Bîr Ecem li Quneyterayê belav bû û alavên kolandinê bi xwe re derbasî deverê kirin.
Beriya 3 rojan jî, hêzeke Îsraîlê derbasî gundê El-Mî´leqa li başûrê Quneyterayê bû û gerek lê encam da.
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.




