Neteweyên Yekbûyî: Li Sûriyê bazirganiya captagonê didome

PeyamaKurd- Nivîsgeha Madeyên Hişbir û Tawanan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporekê de ragihand ku tevî ketina rejîma Beşar Esed jî Sûriye hê jî navendeke sereke ya çêkirin û belavkirina madeyên hişbir e.
Seroka Karûbarên Civakî ya Nivîsgeha Madeyên Hişbir û Tawanan a NY Angela Me got: "Derbarê mijara hilberîna madeyên hişbir li Sûriyeyê de nezelaliyeke mezin heye. Bo nimûne, beşek mezin ji Sûriyeyê bi rêya Urdinê derdikeve."
Angela Me diyar kir ku ew ji bo naskirina cihê belavkirina madeyên hişbir lêkolînê dikin û got: "Bazirganî li ser asta herêmê berfireh bûye. Me taqîgeh li Lîbyayê vedîtine."
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




