Hevserokê DEM Partiyê li Catham House a Londonê axivî

Hevserokê DEM Partiyê li Catham House a Londonê axivî

PeyamaKurd- Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, bi mebesta zêdekirina piştgiriya navnetewî bo pêvajoya çareseriya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serdana paytexta Brîtanyayê Londonê kir.

Bakirhan ku di çarçoveya serdana xwe de li Londonê dest bi hevdîtinên xwe kir û ligel şanda DEM Partiyê, saziya navdar a cîhanê Chatham House axivî.

Bakirhan îro 26ê Hezîranê beşdarî civîneke taybet a maseya gilover bû ku di civînê de gelek kesayetên girîng û siyasetmedar jî amade bûn.

Hevserokê DEM Partiyê herwiha derbarê şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn de nêrîn û pêşniyarên çareseriyê yên partiya xwe bi beşdaran re parve kir û piştre beşdarî sempozyumeke li Civata Lordan bû ku tevahiya rojê berdewam kir.

Di sempozyumê siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr û siyasetmedarên Brîtanî jî beşdar bûn.

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.