Serokê Ajansa Atomî: Santrîfûjên li Fordowê ji kar ketin

Serokê Ajansa Atomî: Santrîfûjên li Fordowê ji kar ketin

PeyamaKurd- Serokê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (AÎAE) Rafael Grossi, derbarê encamên êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya li ser tesîsa navokî ya Fordow a Îranê de got: "Santrîfûjên li Fordowê êdî nayên bikaranîn."

Serokê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê (AÎAE) Rafael Grossi, li ser encamên êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya li ser tesîsa navokî ya Fordow a Îranê û stoka uranyuma dewlemendkirî ya di şerê Îran-Îsraîl de daxuyaniyek nû da.

Grossi di daxuyaniya xwe de got: "Di encama êrîşên Amerîkayê de, santrîfûjên li Fordowê, ku yek ji mezintirîn tesîsên navokî yên Îranê ye, êdî nayên bikaranîn."

Serokê AÎAE'yê got: "Em dikarin li ser bingeha wêneyên satelîtê ramaneke pir rast derbarê encamên êrîşan de peyda bikin. Ger em taybetmendiyên bombeyên ku di êrîşan de hatine bikaranîn û taybetmendiyên teknîkî yên santrîfûjan li ber çavan bigirin, em dizanin ku santrîfûj êdî ne karîger in ji ber ku tenê ji ber lerizîna bombeyan zirarên fîzîkî dîtine. Em vê tesîsê wek nava destê xwe dizanin, ew ji torgilokeke tunelan pêk tê ku çalakiyên cuda tê de têne kirin. Tiştên ku em di wêneyan de dibînin, herî zêde bi beşa dewlemendkirinê re têkildar in. Cihê ku lê hatiye lêdan ev der bû."

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.