Şino: Rejîma Îranê helbestkarekî Kurdî girt

PeyamaKurd – Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, roja Înê, 20ê Hezîrana 2025an, helbestkar û nivîskarê Kurdî, Umer Mihemedî li mala xwe ya li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Îdareya Îtilaatê (dîsîplîn) ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin
Hengawê ragihand ku heta dema weşandina vê raporê jî, xebatkarên wê tu zanyariyên zelal derbarê sedemên girtin, cihê ragirtinê û tohmetên li dijî vê helbestkarî hatine sepandin, nehatine diyarkirin.
Divê bê bibîrxistin ku Rejîma Îranê, piştî şerê xwe yê li gel Îsraîlê, ku di 13ê Hezîrana 2025an de dest pê kir, 12 rojan dewam kir û di 24ê Hezîrana 2025an de bi agirbestekê bi dawî bû jî, zext û pêkûtiyên xwe yên li ser nîştecihên Rojhilatê Kurdistanê didomîne û ji bilî bidarvekirina rojane ya girtiyên Kurd, Kurdan binçav dike û digire û her weha bi danîna bendan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, hewl dide atmosfera tirsê di dilê nîştecihan de ava bike.
Ev nivîs 219 car hatiye xwendin.





