Îstixbarata Îranê li ser şerê 12 rojan bi Îsraîlê re daxuyanî da

PeyamaKurd- Wezareta Îtilaatê (îstixbarata) ya Îranê îro (26ê Hezîranê li ser şerê 12 rojan yê bi Îsraîlê re daxuyaniyek belav kir û got ku, wan derbeke mezin li "torên sîxuriyê yên dijmin" daye.
Hate gotin, "Careke din desthilata zordar a cîhanî ya bi serokatiya Şeytanê Mezin, Amerîkayê, bendik ji stûyê kûçikê har ê Sîyonîst vekir û rûpeleke din a reş li dîroka xwe ya pirî şermezarî zêde kir."
Wezareta Îtlaata Îranê daye xuyakirin, "Tevî wê rewşa dijwar, bi piştevaniya Xwdê û bereketa Hezretê Welî Esir Îmamê Mehdî, rêberiya hekîmane ya Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî Hezretê Ayetulah Uzma Elî Xamineyî, gelê mezin ê Îranê û şiyan û îradeya hêzên çekdar ên Îranê, ku ji artêşa Pasdaran û hêza moşekî û bergiriya asmanî û polîsên navxwe, me karî serkeftineke mezin û zêrîn ji bo welatê mezin û şoreşger ê xwedî şaristaniya kevnar, Îrana Îslamî, tomar bikin.”
Hêjayî gotinê ye, piştî destpêkirina êrîşên Îsraîlê di 13ê Hezîranê de, Îranê jî bi moşekên balîstîk bersiv da ku 24ê Hezîranê jî bi daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbest hate ragihandin.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




