Lavrov: Zêdekirina xercîneya NATOyê ji me re ne gef e

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bertek nîşanî biryara welatên NATOyê ya zêdekirina xercîneyên parastinê bo ji sedî 5 da û got: "Ez nafikirim ku nirxek ji sedî 5 dê ji bo ewlehiya me bibe gefeke mezin."
Lavrov, li ser biryara welatên NATOyê ya terxankirina ji sedî 5ê Berhemên Navxweyî yên Xav (GDP) ji bo xercîneyên parastinê got: "Ez nafikirim ku nirxek ji sedî 5 dê ji bo ewlehiya me bibe gefeke mezin. Em ji armancên xwe yên ku em dişopînin haydar in û em wan veneşêrin, em wan eşkere radigihînin. Em her wiha dizanin ku em çawa dikarin di çarçoveya Peymana Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navdewletî de, bi her awayî armancên xwe yên rewa biparêzin."
Lavrov herwiha daxuyaniyên welatên NATOyê yên vê hefteyê jî bi van gotinan rexne kir: "Ji bo rewakirina xwebiçekkirinê, wan Rûsya wek cinawirekî nîşan dan."
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.




