Îsraîlê kuştina berpirsekî Îranê û Hizbullaha Lubnanê ragihand

Îsraîlê kuştina berpirsekî Îranê û Hizbullaha Lubnanê ragihand

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan serokê tora danûstandina pereyan a el-Sadeq a Lubnanê kuştiye ku ji bo piştgiriya Hizbulahê pere vediguhast.

Artêşê Îsraîê di daxuyaniyekê de got ku balafirên Îsraîlê roja Çarşemê li başûrê Lubnanê Heysem Ebdullah Bekri, serokê tora danûstandina pereyan a el-Sadeq, kuştiye û karîne di wê êrîşê de navborî bikujin.

Li gorî daxuyaniyê, Heysem Ebdulah Bekirî pere veguhestiye Hizbullahê da ku piştgiriyê bide çalakiyên wê.

Hate gotin: "Tora danûstandina diravî ya el-Sadiq wekî binesaziyek ji bo hilanîn û veguhestina pereyan ji bo fînansekirina çalakiyên Hizbullahê bi pere û rêberiya Hêza Quds a Îranê tê bikar anîn. Pere ji bo armancên leşkerî tê bikar anîn, ku alavên leşkerî pê dihatin kirîn ango alavên şer û amûrên berhemanîn û dayîna mûçeyên endaman ji heman çavkaniyê dihate kirin, li gel pêşxistina çalakiyên çekdarî yên Hizbulahê fînanse dikir.’’

Artêşa Îsraîlê herwiha got ku Hêzên Parastina Îsraîlê di dawiya hefteyê de Behnam Şehrîyarî, fermandarê yekîneya 190emîn a Hêza Quds a Îranê, kuştin.

Hat ragihandin: "Şehrîyarî bi xwe salane bi sedan mîlyon dolar ji bo Hêza Quds û girêdayî wê birêve dibir, di nav de rêyên veguhestina pereyan ji Hêza Quds bo Hizbullahê bi rêya peymanên di navbera ofîsên danûstandina diravî li Tirkiye, Iraq û Îmaratên Yekbûyî yên Erebî de.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku kuştina wan berpirsan derbeyeke mezin bû ji bo Îran û Hizbullahê.

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.