Trump: Me fordo bi temamî îmha kir, em ê hefteya bê bi Îranê re bicivin

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Laheyê piştî Lûtkeya NATOyê daxuyaniyên girîng dan. Trump bang li Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn kir ku şerê li Ukraynayê bidawî bike û got, "Pûtîn divê vî şerî bi dawî bike. Mirov bi awayekî nedîtî dimirin." Herwiha Trump li ser aloziya navbera Îsraîl-Îranê û bernameya nukleerî jî got ku wan di êrîşa hefteya borî de tesîsa Fordo bi temamî ruxandiye û ew dê hefteya bê jî bi Îranê re bicivin.
Trump di axaftina xwe de bal kişand ser aloziya Îran-Îsraîlê û got ku ew ê di hefteya bê de bi Îranê re bicivin û dibe ku peymanekê îmze bikin. Wî got, "Ez ne xema min e ku bi wan re peymanekê çêkim an na, em nukleer naxwazin." Trump her wiha diyar kir ku Pûtîn pêşniyar kiriye ku di mijara Îranê de alîkariyê bike û wî jî ji Pûtîn re gotiye ku "tu dikarî di mijara Rûsyayê de alîkariyê bikî." Trump anî ziman ku Pûtîn "kesekî şaş hatiye rêvebirin" û ew bawer dike ku ew dikare vê pirsgirêkê bi hêsanî çareser bike.
Di dawiya axaftina xwe de, Trump destnîşan kir ku ew her du aliyan, hem Rûsya hem jî Ukrayna, nas dike û herdu jî westiyayî ne. Wî anî ziman ku wan bi awayekî hovane şer kirine û ew ê kêfxweş bibin ku vegerin malên xwe. Wî her wiha mînaka Îran û Îsraîlê da, ku wî çawa pêşî li êrîşeke Îsraîlê li ser Îranê girtiye. Trump got ku wî bawer dike şer bi bombekirina tesîsên nukleerî bi dawî bûye, ev jî nîşan dide ku ew çawa dikare bi danûstandinan alozîyan çareser bike.
Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.




