Mesrûr Barzanî: Em dest ji ti mafên Kurdistanê yên destûrî bernadin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 25ê Hezîranê di civîneke rojnamevanî de bal kişand ser guhertinên dawî û geşedanê herêmê û hewldanên bo misogerkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Barzanî ragahand ku Serokê Hikûmeta Federal û Serokê Encûmena Dadwerî amadebûna xwe ji bo şandina şandekê ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên mûçexurên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan dane.
Mesrûr Barzanî got, “Îro du mijar hene ku min xwest bi kurtasî li ser wan biaxivim û di dû re bersiva pirsên we bidim, heke pirsên we hebin.
Mijara yekê ew e ku di du heftiyên borî de, me hemiyan şerekî wêranker û xwînî di navbera Îsraîl û Îranê de dît ku metirsiyê wê yekê hebû berfireh bûba û tevahiya deverê vegirtiba. Lê paşê me dît ku bi tevlîbûna Amerîkayê û bi pêşengiya Serok Trump agirbest hate ragihandin û ew şer hat rawestandin. Ev di berjewendiya tevahiya herêmê de ye û em hêvî dikin ku ew dê aştî û aramiyê vegerîne tevahiya deverê.”
Serokwezîr Barzanî diyar kir, “Me wek Herêma Kurdistanê hemî bizavên xwe kirin ku ji van şer û gêleşokan dûr bikevin. Herwesa ez dixwazim spasiya Serokwezîr Sûdanî bikim ku wî jî bizav kir Iraq tevlî vî şerî nebe. Herwesa ez dixwazim spasiya Wezîrê Derve yê Iraqê jî bikim ji bo rola wî ya bibandor di qada dîplomatîk de ji bo dûrxistina Iraqê ji van şer û gêleşokan. Ez hêvî dikim ku şer bidawî bibe û diyalog cihê şer û pevçûnê bigire û devera me li şûna şer û aloziyan ber bi aştî û vejîna aborî ve biçe.”
Çend xalên girîng ji daxuyanîyên Mesrûr Barzanî:
-Mijara duyê jî mijara têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ye, bi taybetî jî mijara mûçeyên Herêma Kurdistanê, ku ev xalek girîng e û ez dixwazim bi navê xwe û bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya hemî welatiyên Herêma Kurdistanê û bi taybetî mûçexuran bikim, ku bi rastî pir pir bêhnfireh bûn, gelek tehemil kir û li hember wê yekê berxwe da ku mûçeyên wan di dema du mehên borî de bi awayekî neqanûnî nehatine dan. Ev karekî nedestûrî ye û em li wê bawerê ne ku divê mûçexurên Herêma Kurdistanê her ji destpêkê têkilî çi arêşe û aloziyan nebin eger di rewşekê de ku di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser mijarekê nakokî hebe jî, divê mijara mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bi van tiştan re neyên tevlihevkirin.
-Bi piştevaniya Xwedê û alîkariya xelkê Herêma Kurdistanê, ez piştrast im ku ev krîz ber bi dawîbûnê ve diçe û ez dixwazim bibêjim ku, hêza me ji piştgiriya xelkê Kurdistanê ye û ew her piştevaniya vî xelkî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye ku em li ser gerentîkirina hemî mafên xelkê Kurdistanê berdewam bin.
-Em dê bi ti awayan dev ji ti mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bernedin û em dê berdewam jî bin. Di demên borî de jî, rojek tune ye ku em mijûlî çareserkirina van krîzan nebûbin, û em bi awayekî berdewam bi Bexdayê re jî di têkiliyê de ne. Ez şevêdî bi Serokê Encûmena Dadwerî û Rêzdar Serokwezîrê Iraqê jî re axivîm ku em ber bi çareseriya vê krîzê ve biçin. Wan jî bi kêfxweşî ragihand ku ew amade ne di demeke gelek gelek nêzîk de di van yek du rojan de şandekê bişînin, da ku bi me re li ser vê mijarê gengeşeyeke rastîn bikin û pirsgirêka mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê çareser bikin.
-Ez dixwazim xelkê Kurdistanê piştrast bikim ku jiyan û mirina me bi hev re ye. tiştê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare, tiştê ku ez bikarim, em dê hemî bizavên xwe bikin da ku hemî mafên xelkê Kurdistanê misoger bikin. Ez hêvî dikim ku em dê di demeke gelek nêzîk de û di van çend rojan de bigihîjin encameke pir erênî û ev pirsgirêk çareser bibe û mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bên dabînkirin. Lê di her rewşê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e ku hemî bizavên xwe bide da ku xizmeta welatiyên Kurdistanê bike.
Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.




