Keça ketibû çemê Mûnzûrê can da

Keça ketibû çemê Mûnzûrê can da

PeyamaKurd – Keça bi navê Eylül Yuvanç bi hevalê xwe çûbû ber çemê Mûnzûrê da pîknîkê bike, ketibû nava ava çem û piştî tîmên rizgarkirinê ew ji avê derxistibûn, bi masaja dilî car din ew vegerandibûn jiyanê. Lê piştî 4 rojan li nexweşxanê can da.

Eylül Yuvanç (17), li Dêrsimê di ava Mûnzûrê de 400 metre ketibû ber pêlên avê û doktoran seetekî masaja dilê wê kiribûn. Piştî bi hişê xwe ve hatibû ew şandibûn nexweşxana bajarê Xarpêtê (Elazığ) lê îro li nexweşxanê can da.

Cenazê wê îro şandin morga nexweşxanê bo otopsiyê.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.