Erdogan: Hin mijarên em bi DEM Partiyê re biaxivin hene

Erdogan: Hin mijarên em bi DEM Partiyê re biaxivin hene

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di vegera Lûtkeya NATO ya Laheyê de, di balafirê de daxuyanî dan rojnamevanan.

Erdogan, li ser pêvajoya Îmralî û çekdanîna PKKê got ku hefteya bê ew ê bi şandeyeke DEM Partiyê re bicive û diyar kir ku ew di mijara pêvajoya “Tirkiyeya bêteror” de bi hêvî ne.

Erdogan wiha axivî: “Hefteya bê, eger qismet be, ez ê bi şandeyeke DEM Partiyê re bicivim. Hin mijarên girêdayî ‘Tirkiyeya bêteror’ hene ku divê em li ser biaxivin. Gotinên hêvîdar ên Serokê Giştî yê MHPyê Birêz Devlet Bahçelî û helwesta berpirsane ya şandeya DEM Partiyê ji bo serkeftina pêvajoyê gelekî girîng in.”

Erdogan destnîşan kir ku divê ev mijar nebe beşek ji polemîkên siyaseta rojane û got: “Di mijareke wiha de divê hestiyariya neteweyî derkeve pêş. Kesê ku di mijareke wiha de berpirsiyariyê hilde ser milên xwe, dê di bîrgeha neteweyî de her tim bi xêrê bê bibîranîn.

Em dê hevalekî xwe ji bo komîsyona ku dê li parlamentoyê were damezrandin erkdar bikin û bi îzna Xwedê em dê vê pêvajoyê bi serkeftî bidomînin.”

Li aliyê din îro 26ê Hezîranê Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ya ji Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk dihat jî îro bi Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re civiya. Pervin Buldan, piştî wê civînê ragihand, "Em bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê re civiyan. Me behsa qonaxên niha yên pêvajoya aştiyê kir û me li ser qonaxên ku ew pêvajo niha gihîştiyê nêrînên xwe li hev guhertin."

Buldan got, "Pêvajoya aştiyê gihîştiye qonaxeke girîng, lewma divê li ser bingeha diyalog û parlementoyê pêş bikeve."

Herwiha Buldan eşkere kir ku ew dê ji bo pêvajoya nû ya aştiyê di yek du hefteyan de bi Abdullah Ocalan, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli û Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel re jî bicivin.

Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.