Medyaya Îsraîlê: Trump û Netanyahû li hev kir, 4 welatên Ereb dê Xezeyê bi rê ve bibin

PeyamaKurd – Piştî êrîşa dawî ya Amerîkayê ya li ser Îranê, tê îdiakirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû û Serokê Amerîkayê Donald Trump di pêwendiyeke telefonî de li ser bidawîanîna şerê Xezeyê û planeke dîplomatîk a berfireh li Rojhilata Navîn li hev kirine.
Li gorî agahiyên ku ji hêla Arik Bandar, nivîskarê rojnameya Israel Hayom, û Lazar Berman, edîtorê The Times of Israelê ve hatine ragihandin, Netanyahû û Trump di destpêka vê hefteyê de di axaftineke telefonî ya "bi coş" de li hev kirin ku şerê li Xezeyê di nav du hefteyan de bi dawî bikin.
Hat ragihandin ku Senatorê Amerîkî Marco Rubio û Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer jî di civînê de amade bûn.
Yek ji hêmanên herî berbiçav ên planê, bidûrxistina Hamasê ji rêveberiya Xezeyê û birêvebirina hevbeş a herêmê ji hêla çar welatên Erebî ve, di nav de Misir û Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî (UAE) ye. Tê pêşniyarkirin ku rêberên Hemasê werin sirgûnkirin, rehîneyn Îsraîlî werin berdan û xelkê Xezeyê yên ku bixwazin vê yekê bikin, bikaribin koçî welatên din bikin. Navên van welatan hîn nehatine eşkerekirin.
Beşa duyemîn a peymanê berfirehkirina Peymana Îbrahîm e. Tê îdîakirin ku Erebistana Siûdî û Sûriye dê bi bûna aliyên Peymana Îbrahîm têkiliyên dîplomatîk bi Îsraîlê re deynin û welatên din ên Ereb û Misilman jî dê tevlî vê pêvajoyê bibin.
Tê diyarkirin ku Îsraîl dê piştgiriyê bide çareseriyek du dewletetî ya pêşerojê bi şertê ku Desthilata Filistînê reformên avahîsaziyê pêk bîne û di berdêla wê de, Amerîka dê serweriya Îsraîlê li hin deverên Şerîaya Rojava nas bike.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




