Ji ber barana musonê 17 kes mirin

PeyamaKurd- Li Pakistanê ji ber barana musonê hejmara miriyan derket 17 kesan. Li eyaleta Pencab a Pakistanê ji ber baranên zêde lehiyên ji nişka ve rabûn.
Li welêt ji ber baranên dijwar hejmara miriyan derkete 17 kesan. Li eyaleta Hayber-Pakhtunkhwa ya Pakistanê dema ku malbatek ji bo seyranê vedigeriya, zarokên wan ên ku dixwestin wêneyan bikişînin, kontrola xwe winda kirin û ketin çemê Swatê. Endamên malbatê yên ku xwestin zarokan xilas bikin jî di nav ava çem de asê man. Piştî bûyerê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin û cenazeyê 9 kesan hate dîtin. Rayedaran diyar kirin ku 4 kes hatine rizgarkirin û 4 kes jî winda ne.
Rayedaran diyar kirin ku ew koma tûrîstên herêmî yên ji herêmeke din a Pakistanê hatine ne. Li herêmê xebatên lêgerînê didomin. Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane xemgîniya xwe anî ziman.
Li eyaleta Pencab a Pakistanê ji ber barana musonê, herî kêm 8 kes di encama hilweşîna ban, birûsk û lehiyên ji nişka ve li herêmên nizm jiyana xwe ji dest dabûn ku bi giştî hejmara miriyan gihîşt 17 kesan.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




