Trump: Eger Îran hilberînê nuklerî bike em ê car din êrîş bikin

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku eger Îran hilberîna nuklerî dewam bike wê tekez êrîşê Îranê bikin. Trump ragihandina xwe di civîna çapemeniyê ya li Koşka Sipî de da.
Trump got ku destekê didin kontrola Ajansa Navdewletî ya Atomî (UAEA) an dezgeyekî dinê ya kontrola nuklerî ya Îranê bike û Trump got ku ew bawer nake car din Îran dagere ser xebata nuklerî. Trump got:
“Ji bo bernama nuklerî 1 trîlyon dolar pere xerc kirin û tev beredayî çû. DYA xwediyê ekîpmanên herî pêşkeftî yên dinyayê ye.”
Trump behsa êrîşa ser baregeha li Qatarê ya bi navê El-Udeydê û êrîşên fuzeyî yên ser Îsraîlê kir û got:
“Eger te derbe xwar, divê tu rastiyê bêjî. Derbe li Îsraîlê jî ket. Her dû jî êrîşan derbas kirin û ji bo rewşê kontrol bikin wextekî gelek baş bû. Îran westaye û min bi Îsraîlê re bazarê kir. Her dû jî xwestin pirsgirêk çareser bibe û me karekî baş kir. Niha fikra Îranê ne li ser bernama nukleriye, ew siba xwe difkirin û hewl didin ku li ser lingên xwe bimînin.”
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




