Hakan Fidan: “Şeva ku wê Îsraîl li Îranê bixe, DYA telefona me kir”

Hakan Fidan: “Şeva ku wê Îsraîl li Îranê bixe, DYA telefona me kir”

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan cara yekeme ku ragihand; şeva (13 Hezîran) ku tê de wê Îsraîl li Îranê bixista, wezîrê kar û barên derve yê DYAyê Marco Rubio telefonê Fidan kiriye û ew ji êrîşan agahdar kiriye. Hakan Fidan got:

“Ti rola DYAyê di êrîşê de nebû, diviya Îran êrîş nekira û endîşa xwe ya ewlehiyê parvekir.”

Hakan Fidan di bernama zindî ya TVyekî de behsa 12 rojên ku şer dewam kir rave kir û şiroveyan li ser rewşê kir. Fidan got:

“Êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê kir ku Îran mafê xwe yê rewa bikaranî. Netenyahu bo dahatûya xwe herêmê kir nav agir. Hêza Îsraîlê têr nake ku nuklera Îranê ji ortê rake. Şer di 12 rojan de qediya. Lê peymanekî li ser ku hêza Îranê ya nuklerî nemaye kirin. Niha bêdengî heye û ji bo bibe mayînde divê Îran bi DYA re peyman girêde.”

Fidan ragihand ku dema DYA û Îran li hev xistin xeberê dan hev. Di şer de ev tişt tine û gelek kêm e. Fidan weha dewam kir:

“Ev tê vateya ku ez mecbûrim li van deran bixim û naxwazim şer bikim.”

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.