Sê serokên berê yên CHPê daxwuyaniyekî hevpar dan

Sê serokên berê yên CHPê daxwuyaniyekî hevpar dan

PeyamaKurd – Sê serokên berê yên CHPê ku di wextên ji hev cuda de serokatiya CHPê kirine Altan Öymen, Hikmet Çetin û Murat Karayalçın, li ser munaqeşeyên li ser kurultaya CHPê daxwuyaniyekî hevpar dan û gotin ku divê desteka xwurt bidin serokê niha yê CHPê Özgür Özel. Di daxwyaniyê de hat gotin:

“Çareseriya esasî ew e ku serokê me yê berê li ser pêvajoya darazê di partiyê de tiştên ku bên çêkirin, temamê îhtîmalan red kiriye û desteka xwurt bidin Özel.

Di pêvajoya partiya me ber bi desthilatê de diçû di ya hilbijartina şaredariyan de, pêşiya wê bi fenên darazê û îdarî dixwazin bigrin. Di hilbijatina dawiyê de partiya me bûye yekem. Di anketan de jî xwuya dike ku partiya me di rêza yekem de ye.

Di vê dawiyê de desteka bo partiya me di asta herî bilind de ye û nîşan didin ku weka di nav partiya me de pirsgirêkên mezin hene û ev jî xerabiyekî herî mezine. Divê em di ser van pirsgirêkan de qevazdin. Ev ne tenê wezîfa partîzanan lê wezîfa welatperweriyê ye jî…Kurultaya CHPê li ber çavê herkesî çêbû… Em tev dîmdîk li cem Özgür Özel in. Bijî koma…bijî CHP..

Altan Öymen-Hikmet Çetin-Murat Karayalçın"

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.