Artêşa Îsraîlê bîlançoya şerê 12 rojan ê bi Îranê re eşkere kir

Artêşa Îsraîlê bîlançoya şerê 12 rojan ê bi Îranê re eşkere kir

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê amarên şerê 12 rojan ê bi Îranê re belav kir ku 13ê Hezîranê dest pê kiribû 24ê mehê jî agirbest hatibû ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, di encama êrîşên moşekên balîstîk û dronên Îranê de, 28 kes hatin kuştin, ku yek ji wan leşker bû û 27 kesên din jî sivîl bûn. Herwiha, 3 hezar û 238 kes birîndar bûn û ji wan 23 kes rewşa wan giran bû. Li gorî daxuyaniyê, Îranê nêzîkî 550 moşekên balîstîk û hezar dronên bombebarkirî avêtine Îsraîlê. Lê belê, Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji sedî 90ê mûşekan û ji sedî 99ê dronan ji aliyê sîstemên parastina asmanî yên Îsraîl û Amerîkayê ve hatine jinavbirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Artêşa Îsraîlê jî di bersivê de êrîşên dijwar li dijî Îranê pêk anîne ku nêzîkî 250 moşekavêjên balîstîk ên Îranê hatine jinavbirin û herwiha hezar moşekên balîstîk jî berî ku werin avêtin hatine îmhakirin.

Li gel vê, 80 dezgehên sîstema parastina asmanî ya Îranê hatine rûxandin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên wan zêdetirî hezar carî derketine ser ezman û bi hezaran bombe avêtine ser sedan armancan. Wekî din, îdia kirin ku 30 fermandarên leşkerî yên Îranê û bi sedan Pasdar jî hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê herwiha îdîa kir ku "ziyaneke berbiçav" gihandiye tesîsên nukleerî yên Îranê yên li Natanz û Îsfehanê û hate diyarkirin, Amerîkayê tesîsa nukleerî ya Fordo jî hatiye bombebaran kirin. Tevî ku qebareya zirarê bi awayekî teqez ne diyar e, lê berpirsên Amerîkî û îstixbarata wan dibêjin ku bernameya atomî "hatiye cemidandin" û zirar gihîştiye tesîsan.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku piraniya van agahiyan ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve hatine belavkirin û piştrastkirina wan ji aliyê dezgehên serbixwe ve ne mimkun e.

Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.