Ocalan piştî bertekan pesnê Şêx Seîd da: Dengê gel bû, paşde gav neavêt

Ocalan piştî bertekan pesnê Şêx Seîd da: Dengê gel bû, paşde gav neavêt

PeyamaKurd- Abdullah Ocalan ku di nameya ji kongreya fesihkirina PKKê re şandibû de, rexne li kesayetên wekî Şêx Seîd û çanda Kurdî kiribû, piştî bertekên welatparêzên Kurd vê carê peyameke pesnê Şêx Seîd dide belav kir.

Li gor peyama ku Abdullah Ocalan ji bo konferansa ‘Li 100’emîn salvegera Serhildana Şêx Seîd, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û rexneya kolektîf’ şandiye de dibêje; “Dema xeta Şêx Seîd bi paradîgmaya neteweya demokratîk a îro bibe yek, wê wateya xwe ya rastîn bibîne”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo konferansa “Li 100’emîn salvegera Serhildana Şêx Seîd, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û rexneya kolektîf” peyamek şand.

Peyama Ocalan a ji Girava Îmralî ji bo konferansê şandiye wiha ye:

“Ji bo Konferansa Sedemîn Salvegera Serhildana 1925an, Civata Azadî, Şêx Seîd û Hevalên wî, Bibîranîn û Rexneya Kolektîf

Rastiya dîrokî ya ku em di şexsê Şêx Seîd de bibîr tînin, ji serhildaneke yan jî serhildaneke herêmî wêdetir e. Ev rastî, têkoşîneke hebûnê ya kevneşopî ye ku di bîra civakî ya gelê Kurd de şopên kûr hiştiye. Ew têkoşîn, serhildana ku civaka Kurd bi îman, kevneşopî û îradeyê li dijî zîhniyeta yekparêz a hatiye ferzkirin, daye holê ye.

Şêx Seîd weke pêşengekî ku di şert û mercên serdema xwe de berpirsyariya civakî girtiye ser milên xwe, li dijî polîtîkayên înkarê yên ku îradeya Kurdan kiriye hedef, helwesteke xurt nîşan daye. Ev serhildana ku di şexsê wî de wate dîtiye, ne tenê bertekeke siyasî, di heman demê de bertekeke civakî ye. Ev bertek, îfadeya dîrokî ya dilsoziya Kurdan a bi rastiyên xwe ye.

Siyaseta navendîparêz û yek-nasname ya ku di salên damezrandina komarê de dihate meşandin, armanc dikir ku gelê Kurd ji hebûna wan dûr bixe. Şêx Seîd li dijî vê siyasetê got ‘Me edalet xwest, we îdam da’ û dengê gelekî heta textê îdamê anî. Ev gotin, nîşaneya herî sade û xurt a wê ye ku rastî li hemberî zordestiyê paşde gav neavêtiye. Her wiha gotina ‘Here Dozger Beg, emê şahiyeke bi berx bikin’ rewşa komploya ku li hemberî wî derketiye holê ye. Gotina ‘Newiyên min wê bêguman tola min hilînin’ jî, hêviya berxwedanê ya ku ji bo nifşên pêşerojê hiştiye, îfade dike.

Li vir xaleke din heye ku divê were destnîşankirin: Wekî her berxwedaneke dîrokî, serhildana bi pêşengiya Şêx Seîd jî şert û mercên serdema xwe dihewîne. Giredayîna wê ya bi têkoşîna azadiyê ya îro re, ne bi romantîzekirina wê, lê bi derxistina dersên avahîsazî û jinûve avakirina berdewamiya dîrokî li ser xeteke azadîxwaz û demokratîk, pêkan e.

Min ev kevneşopî, weke zemîneke di veguherîna şoreşgerî ya Kurdîtiya azad de nirxand. Têkoşîna ku ez dimeşînim, armanc dike ku mîrateya berxwedanê ya watedar a rabirdûyê, bi sîstema demokratîk, pirreng û li ser bingeha aştiya civakî ya paşerojê re bîne cem hev. Dema xeta Şêx Seîd bi paradîgmaya neteweya demokratîk a îro re bibe yek, wê wateya xwe ya rastîn bibîne.

Kurdîtiya Azad, bi dilsoziya bi dîrok, çand û nirxên exlaqî-siyasî yên gel re pêkan e. Divê gelê me di vî warî de baldar be û xwedî li mîrateya pîroz a pêşengên dîrokî derkeve.

Di vê çarçoveyê de, ez Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînim; ez careke din biryardariya xwe ya ji bo zindîkirina nirxên têkoşînê yên di riya azadî û heqîqetê de tekez dikim û bi hêviya ku konferansa we bi serkeftî derbas bibe, ez hemû beşdaran silav dikim.

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.