Li Semsûrê mînîbus welgeriya: 4 ji wan zarok 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li ser riya bajarê Semsûrê û navçeya Kolikê nêzîkî qada fuarê, mînîbuseke bi plakaya 02 BC 124 ku N.Ü. ew diajot, ji kontrolê derket û welgeriya.
Hat ragihandin ku ji ber qezayê 5 kes birîndar bûn û 4 ji wan zarok in.
Kesên birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.
Piştî qezayê hat diyarkirin ku ji birîndaran, birîna Mert Ü. (3) xedar e û xetereya li ser jiyana wî didome.
Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.




