2 parlementer ji Partiya DEVAyê îstîfa kirin

PeyamaKurd – Parlementerê bajarê Tekirdağê Cem Avşar û parlementerê Îstenbolê Evrim Rızvanoğlu ku her dû jî parlementerê Partiya DEVAyê ne, di 25ê Hezîran a 2025an de ji partiya xwe îstîfa kirin.
Her dû parlementer ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kirin. Bi îstîfa her dû parlementerên navborî re, jimara parlementerên ku ji partiya DEVAyê îstîfa kirine giha 6 parlementeran.
Berya ev her dû parlementer îstîfa bikin, Burak Dalgın, Mustafa Yeneroğlu, Selma Aliye Kavaf û Seda Kaya Ösen ji partiya DEVAyê îstîfa kiribûn.
Parlementerê îstîfa kir yê bi navê Cem Avşar di daxwuyaniya xwe de got:
“Bi sedema tewrê min yê siyasî û yê Partiya DEVA de gelek dûrî heye, min mafê rêhevaltiyê da ber çav û piştî demekî dûr û dirêj fikirîm, min ji partiya xwe îstîfa kir. Sipasiya xwe bo Ali Babacan û temamê endamên partiyê radigihînim.”
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




