Îran ji kuştin û girtina Kurdan têr nabe

Îran ji kuştin û girtina Kurdan têr nabe

PeyamaKurd – Piştî agirbesa Îranê û Îsraîlê Îran berê xwe daye Kurda, dikuje û wan dixe binçav. Hêzên îstîxbarata Îranê li bajarê Sanandajê (Sine) bi çekan li Kurdê bi navê Azad Ranaei xist û ew kuştin.

Azad Ranaei, xelkê Sinê ye û di ciyê kontrola artêşê de ji aliyê hêzên Îranê de hat kuştin. Bûyer li taxa Dûşanê çêbû. Dema Ranaei hat kuştin motorsîkletekî bikartanî.

Li aliyê dinê hêzên îstîxbarata Îrane li bajarê Seqizê du birayên bi navên Mîlad (22) û Hadî Rahmanî (33) di malên wan de di roja 22yê Hezîrana 2025an de desteser kir û tevî di serde 6 roj derbas bûye ciyê wan nayê zanîn.

Piştî gitina her dû birayan, diya wan krîza dil derbas kiriye û ji wê rojê de li nexweşxanêye û hem diya wan kor e.

Li bajarê Sanandajê Kurdê aktîvîstê hawirdoriyê Celal Hudamoradi, ji aliyê îstîxbarata Îranê de hat girtin û nayê zanîn bê ew birine ku derê. Li gor ragihandina Hengawê; di 27ê Hezîran a 2025an de avêtine ser îqametgaha Hudamoradî ya li Hasanabadê û nayê zanîn bê ew birine ku derê.

Kiryarekî dinê ya îstîxbarata Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Nexdeyê di roja 26ê Hezîrana 2025an de, 6 Kurdan girtine û nayê zanîn bê birine ku derê. Kurdên ku girtine; Kaweh Qaderi, Amin Bashouki, Rahman Khalkhali, Farhad Kanada, Saman Seyed Mahmoudian (30) û Saman Kakemami (31) ne.

Malbatên wan çi jî dikin, nikarin ciyên ku Îranî wan birinê derxin an bizanibin.

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.