Xortê Sûriyeyî di çemê Kızılırmakê de fetisî

Xortê Sûriyeyî di çemê Kızılırmakê de fetisî

PeyamaKurd – Li bajare Kırıkkale li navça Yahşihanê xortê ji Sûriyê yê bi navê Omar Bedir Hammud ji bo xwe hînik bike ket nav çemê Kızılırmakê û di çem de fetisî.

Hammud, bi kurapê xwe re ketibû nav avê û piştî di avê de avjenî kirin, kurapê wî ji avê derket lê dît ku Hammud xwuya nake. Kurmamê wî telefonê da tîmên 112an da here hawara wan.

Tîmên cendirmeyan, tenduristiyê, AFAD, îtfaiya şaredariya Yahşihanê û tîmên noqav û rizgarkirinê yên  yên şaredariya bajarê Kırıkkale bi hev re Hammud geriyan û di wexteka kurt de cesedê Hammud ji avê derxistin.

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.