Îsraîlê li Lubnanê fermandarekî Hizbullahê yê Îranî kuşt

Îsraîlê li Lubnanê fermandarekî Hizbullahê yê Îranî kuşt

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku fermandarekî Hizbullaha Lubnanê bi navê Elî Husên Mûsewî ku endamê Supaya Pasdarên Îranê ye û berpirsê hevahengiya veguhestinên serbazî ya Hizbullahê ye hate kuştin.

Li gorî nûçeyan, Mûsewî li devera Beqa`a ya rojhilatê Lubnanê bûye armanca droneke Îsraîlê û otomobîla tê de bû hatiye teqandin.

Medya Îsraîlê daye zanîn ku ew fermandarê hatiye kuştin, wek tacirê cebilxane û alavên şer ê Hizbullahê dihat naskirin û rola wî di kirîn û veguhestina çekan ji Sûriyê bo Lubnanê de hebû. Herwiha yek ji kesên bingehîn ê nûjenkirin û pirçekkirina Hizbullahê bû û di şerê Sûriyê de jî yek ji kesayetên payebilind ê nêzî Qasim Silêmanî bûye.

Li aliyê din Îsraîlê milîsekî Hizbullahê yê bi navê Husên Îbrahîm Salîman ku berpirsê nûjenkirina jêrxaneyên Hizbullahê di  hêza “Rizwan” a Hizbullahê de bû jî li devera Elbeyd a başûrê Lubnanê kuşti..

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.