Îsraîl: Li Xezzeyê 3 leşkerên me hatin kuştin

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xeza 3 leşkerên wan ên din hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya artêşê, li herêma Cebaliyeyê ya li bakurê Xezeyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de mayîn teqiyaye û 3 leşkerên wan hatine kuştin.
Navên leşkerên Îsraîlê yên ku hatine kuştin wiha ne: Lior Steinberg (20), Ofek Barhana (20) û Omer Van Gelder (22).
Bi vî awayî, li gorî daneyên ku artêşa Îsraîlê bi sernava "yên ku destûra eşkerekirina navên wan hatiye dayîn" parve kiriye, hejmara leşkerên ku ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan û vir ve li Xezeyê hatine kuştin gihişt 861ê.
Artêşa Îsraîlê, ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve êrişên giran ên ji hewayê li Xezeyê pêk tîne û ji 27ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve jî operasyonên bejahî li dar dixe.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.




