Îranê biryara dardekirina girtiyê Kurd yê siyasî ya Azad Şocaî tesdîq kir

Îranê biryara dardekirina girtiyê Kurd yê siyasî ya Azad Şocaî tesdîq kir

PeyamaKurd – Dadgeha Bilind ya Îranê (Tehran) biryara dardekirina girtiyê Kurd yê siyasî ya Azad Şocaî tesdîq kir. Azad Şocaî niha di zîndana Ormiye ya navendê de tê girtin.

Sûcê ku bal bi Azad Şocaî de dan ew e ku ‘casûsiya Îsraîlê kiriye û di kuştina zanyarê nuklerî yê Îranî Muhsîn Fexrîzade de alavên ku bikaranîne wan alavan gihandiye’. Lewra dadgeha Ormiye cezayê mirinê lê birîbû û dadgeha Tehranê cezayê wî tesdîq kir.

Hat ragihandin ku serokê dadgeha bilind ya Îranê dadger Ghasem Hosseini Kouhkamari ku serokatiya dadgeha 39em ya Tehranê dike, cezayê Azad tesdîq kiriye û bo parêzerê wî jî ragihandiye.

Azad Şocaî (32) ji bajarê Serdeştê ji gundê Dole Germehêye, berê wezîfedarê sînor bûye û di wexta binçavkirina wî de temamê mafên şêwra hûqûqî û ziyaretên malbatê hatine qedexekirin.

8 meh nehiştine kes seredana wî bike û lê îşkenca giran kirine. Bi zorê îfade pê dane qebûlkirin û paşî ew neqlê zîndana bajarê Ormiye kirine.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.