Li Diyarbekirê di apartmana 13 qat de şewat derket: Gelek kes asê mane

Li Diyarbekirê di apartmana 13 qat de şewat derket: Gelek kes asê mane

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Peyasê (Kayapınar) di apartmanekî 13 qat de agir bi qatê ket û gelek kes asê man. Dûmana şewatê ser derencên apartmanê jî girtiye û ji ber dûmanê bineciyên apartmanê ber xwe nabînin, nikarin ji apartmanê derên derve.

Tîmên îtfaiya Diyarbekirê ji aliyekî de dixebitin da agir vemirînin û li aliyê dinê de xelkê apartmanê di rêya vîncê de tehliye dikin. Bo vemirandina agir û tehliya kesên di apartmanê de xebat dewam dikin.

Şewat li navça Peyasê li taxa Fıratê di sîta bi navê Rojava de derket û sedema şewatê nehat zanîn.

Gelek tîmên 112an yên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.